Guhartin di posta Parêzgarê Hewlêrê de çê dibe

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wî dest ji posta xwe berdaye û Ferset Sofî Kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û piştevaniya xwe jê re ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wî dest ji posta xwe berdaye û Ferset Sofî Kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û piştevaniya xwe jê re ragihand.

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî spasî li Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir, ku di rabirdûyê de bawerî dane wî û piştevaniya wî di encamdan û cibicîkirina çendîn proje di sînorê Hewlêrê de.

Ragihand jî, di dema 15 salên bûrî de, çendîn proje ji bo xizmetkirina xelkê di sînorê Hewlêrê de encam dan.

Amaje bi wê jî kir, Kandîdê PDKê bo posta Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî ye û hêviya serkeftin jê re xwast û piştevaniya temam jê re ragihand.

Da zanîn jî, di rojên dijwar de û dema DAIŞê Hewlêr armanc girtiye, bi piştevaniya hemû aliyan karîn wê rewşê derbas bikin û aramî û ewlehiya Hewlêrê biparêzin.

Newzad Hadî sala 1963 li Hewlêrê ji dayîk bûye û ji sala 2004 ve parêzgarê Hewlêrê ye.

 

S. B