Îraq.. dû katyûşa li bingeheke serbaîya Emerîkayê kevtin xwar
K24- Hewlêr
Çavkanîyeke serbazî aşkera kir, dû katyûşa bi bingeha serbazî ya Beled kevtin li parêzgeha Selahedîn.
Li gor wê çavkanîyê, ew bingeha serbazî ji alîyê Emerîkayê ve dihêt bikarhînan û dûhî şevê jî dû katyûşa li wê bingehê kevtîne xwarê.
Wê çavakanîyê amaje kirîye, ku wê bûyerê ti zîyaneke canî û madî bûye.
Berê jî bingeha serbazî ya Eyîn Esed li rojavaya parêzgeha Enbarê, ku mezintirîn bingeha Emerîkayê ye li Îraqê, 5 mûşek arasteya wê hatibpûn kirin û di nav bingehê de kevtibûn xwar.