Serokê Partiya SAADETê: Emrîka û Tirkiyê, çi rêkeftin nekirine

Serokê Partiya SAADETê Temel Karamollaoglu got: Di navbera Emrîka û Tirkiyê de, çi rêkeftin nehatîye encamdan ji bo Rojhilatê Firatê li Rojavayê Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Serokê Partiya SAADETê Temel Karamollaoglu got: Di navbera Emrîka û Tirkiyê de, çi rêkeftin nehatîye encamdan ji bo Rojhilatê Firatê li Rojavayê Kurdistanê.

Temel Karamollaoglu,  debarê rêkeftina Emrika û Tirkiyê  li ser herêma Ewle, got: Di niha de rê yên dîyalogê, her dem ji Şer baştire.

Karamollaoglu da zanîn: Di warê çareseriya pirsgirêkan de ji hev dû têgehêjtin ji bikaranîna tund û tîjîyê baştire, heke te hêz û şîyan hebe dê biçewisînî, lê heke te hêz nebe, tu dê birûnî ser mêza dîyalogê, ya baş jî eve.

Serokê gişti yê partiya SAADATê rêkeftina Tirkiyê û Emrika jî rexne kir û got: Bi  zimanekê diaxivin ku kes tênagihîje, behsa lihevkirinê dikin, lê çi lihevkirin çêne bûye.