Temelî: Aştîya Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsa Kurd re derbas dibe

Hevserokê HDP dibêje, aştîya Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsa Kurd re derbas dibe

K24- Hewlêr

Hevserokê HDP dibêje, aştîya Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsa Kurd re derbas dibe

Sezaî Temelî got, pêwîst e welatên wekî Amerîka û Rûsya bizanin, heya pirsa Kurd neyê çareser kirin, aştî li Rojhilata Navîn peyda nabe.

Tekez kir, ku Kurd yek ji wan civakan e, ji bo lihevkirin, aştî û aramiyê, xwedan îrade ne û nabe mafên wan werin piştguh xistin.

Sezai Temelî da zanîn, hikûmeta Tirkiye, ji bo ku aloziyê li herêmê zêde bike û temenê xwe  dirêj bike, serbazan dişîn e welatên di rewşa aloz de. Li Tirkiyê jî, ji bo dengên nijadperestan bidest bixe, dijminahiya Kurdan zêde dike.