Serê Kaniyê di bin topbaranê de ye

Di roja nehem a êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê berdewam e û topxaneya artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê bi topbarankirina bajarê Serê Kaniyê berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di roja nehem a êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê berdewam e û topxaneya artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê bi topbarankirina bajarê Serê Kaniyê berdewam e.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li ser Serê Kaniyê berdewam e û şer di navbera şervanên HSDê û çekdarên mîlîşyayan li destpêka bajêr jî rû didin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro firokeyên artêşa Tirkiyê li esmanê bajarokên Dêrik, Girgê Legê û Çilaxa digerin.

Ji aliyekî din ve, ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, Artêşa Sûriyê li gundê Micîbir Rirkanî yê ser bi Til Temirê ve firokeyeke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê xiste xwarê.

 

S. B