Amerika başbûna pêwendiyan ligel Tirkiye bi pirsgîrêka S400an ve girêdide

Li gor nûçeya Ajansa Reutersê berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ragihandiye, ko başbûna pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê girêdayî pirsa mûşekên S 400 e

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Amerîkayê radigihîne: Divê Tirkiye di zûtirîn dem de ji S400an xilas bibe.

Li gor nûçeya Ajansa Reutersê berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ragihandiye, ko başbûna pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê girêdayî pirsa mûşekên S 400 e. Ji bo Tirkiye bikaribe vegere ser maseya danûstandinê, divê bi awayekî xwe ji S400an xilas bike. An divê S400an vegerîne Rusyayê an jî divê tine bike. Eger na bijaredeya cezakirina Tirkiyeyê li ser masê ye.

Duhî Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar gotibû ew henek nakin, dê S400an bixebitînin.

Herweha peyvdarê Serokomariya Tirkiye Ibrahim Kalin jî diyarkiribû, ku mijara S400 an her dibe pirs di pêwendiyên Amerika-Tirkiye de. Lê, Tirkiye mafê xwe heye û dû mpşekên S400 aktîv bike. 

 

 

C.B