Almanya projeyeke nû bo Rojavayê Kurdistanê pêşkêş dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê daxwaza avakirina “herêmeke ewle ya navdewletî” li bakurê Sûriyê dike.
Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ji ajanseke Almanî re tekez kir, wê bi Şêwirmenda Almanya Angela Merkel re projeyek amade kirine û dê di civîna NATOyê ya li ser asta wezîrêm bergîriyê ya 24 û 25ê vê mehê de pêşkêş bike.
Diyar kir, projeya wê ew e, herêmeke ewle di bin çavdêriya navdewletî û bi beşdariya Tirkiye û Rûsyayê dibe, armanca wê jî ew e, aloziya heye kêm bibe.
Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê got, ev proje cidî ye û Almanya li ser wê kar dike.
Tirkiye û mîlîşyayên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 9ê vê mehê êrîş ser Rojavayê Kurdistan din û Tirkiye dibêje, ewê “herêmeke ewle” bi dirêjahiya 444 K.M û kûrahiya 32 K.M ava bike û koçberên Sûrî lê bicih bike.
S. B