Amerîka derbarê mîlşîyayan de hişyariya tund dide Iraqê

Di serdana xwe bo Iraqê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi aşkere ji berpirsên bilind ên Bexdayê re ragihand, kontrola mîlîşyayên nêzîkî Îranê ne bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di serdana xwe bo Iraqê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi aşkere ji berpirsên bilind ên Bexdayê re ragihand, kontrola mîlîşyayên nêzîkî Îranê ne bikin.

Li gor ajansa “Reuters” ev piştî wê yekê tê, dezgehên hewlagîriyê yên Amerîka aşkere kirin, mîlîşyayên nêzîkî Îranê ne, sekoyên mûşekan li nêzîkî baregehên leşkerî yên Amerîka li Iraqê danîne.

Reutersê ji ser zarê du berpirsên bilind ên ewlekariya Iraqê belav kiriye, Pompeo di serdana xwe bi ronî gotiye, heger Iraq wan mîlîşyayan nexe bin kontrola xwe, ew ê bersivên tund bidin wan mîlîşyayan.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo şeva 7/6/2019 bi serdaneka nişkavayî gehiştibû Îraqê û li gel berpirsên bilind ên wî welatî civîya û çend peyamên taybet bi Îran û deverê gihand wan.

Duhî jî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka bi egera gefên li ser hêzên Amerîkî li Iraqê, asta amadebaşiyê bilind kir.

Ji ber aloziya di navbera Washington û Tehranê de, Iraq xwe wek cîranekî têkildarî Îranê di wê milmilanê de dibîne, bi taybet jî bandora Îranê li ser wî welatî zêde bûye û ew jî ne bi dilê Amerîka ye.

 

S. B