Cudahiyên navbera rêkeftina Herêma Aram û Minbicê

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de karvedanên devera aram didiomin. Di çarçoveya rêkeftina 7ê Tebaxê de şandeyeke leşkerî ya Amerkayê ji bo ku bingeha navenda operasyoneke hevbeş ava bikin di 12ê Tebaxê de li bajarê Rihaya bakurê Kurdistanê dest bi xebatan kirin. Rayedarên Tirkiyê jî dibêjin piştî cejna Qurbanê dê ev naven bê karîgerkirin û ger weke rêkeftina minbicê sergirêdanek hebe Tirkiye dê teqez berê xwe bide rojhelatê çemê Feratê û devera aram jî dê bi tena serê xwe ava bike.

K24- Enqere

Bi boçûna pisporê Tirkiyê Prof. Dr. Hasan Ûnalê ku rêkeftina 7ê Tebaxê dişîbîne rêkeftina Minbicê dibêje di warê teknîkî, leşkerî û siyasî de kêşe li pêşiya vê rêkeftinê ne û bêyî rejîma Esad ev rêkeftin karîger nabe.

Pro.Dr.Hasan Ûnal -Pisporê Pêwendiyên Navdewletî, dibêje: Di rêkeftina ku bi sê xalan hatiye îmzekirin de nediyarî hene. Di vê rêkeftinê de nayê gotin ku Amerîka wê dev ji alikariyên bo YPGê berde û ne hatiye diyarkirin ku dê artêşa kîjan welat li wê derê bicih bibe. Herwiha dê ev dewer çend berfireh be û dê çi çax bê avakirin jî ne hatiye Zelalkirin. Herwiha Tirkiyê bi dehan caran Amerîka weke dewleteke îllegal binav kir ku xaka Sûriyê dagir dike û niha jî pê re operasyonekê dike. Tirkiye dê çawa bikaribe serbikeve heta ku Rejîma Esad destûrê nede

Li gorî generalê berê yê di nava artêşa Tırkıyê de Kûrşat Atilgan jî li hin deweran dê li gorî daxwazên Tirkiyê kurahî bê diyarkirin hin deweran jî gorî daxwazên Amerîkayê. Lê ger rêkeftinek nebe Tirkiye weke mijara Minbicê nasekine dê operasyonê pêk bîne.

Kûrşat Atilgan -Generalê Berê û Pisporê Ewlekariyê, dibêje: Di nava xaka Sûriyê heta sînorên Iraqê Tirkiye dixwaze ku devereke aram ava bike. Kurahiya wê deverê dê li deverên ku zêdetir ereb lê dimînin heta 30 kîlometreyan be lê cihên ku şêniyên Kurd lê hene dê kurahî navbera 5 û 15 kîlometreyan da be. Dirêjahıya wê ne zelal e. Armanca vê rêkeftinê di esasê xwe de parastina YPGê ye û Amerîka dixwaze rastiya ku YPG beşeke ji Sûriyê ye ji Tirkiyê bide qebûlkirin. Lê belê ger rêkeftinek nebe Tiriye weke Minbicê bêdeng namîne û dê operasyonekê pêk bîne.

Di navbera 4 û 7ê Tebaxê de li ser devera ewle şandeyeke leşkerî ya Amerîkî serdana Tirkiyê kiribû û piştre rêkeftineke ku sê xalan pêk tê hatibû amadekirin. Li gorî vê rêkeftinê navenda operasyoneke hevbeş dê bê avakirin, dilgiraniyên Tirkiyê yên di warê ewlehiyê de dê bêne çareserkirin û penaberên Sûrî dê li dewera aram bên bicîhkirin. Lê belê ev rêkeftin dê çi çax karîger bibe nehatiye diyarkirin.