Naverokê kombûna serokê hikumeta Herêmê û serok komarê Îraqê

Evro Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Berhem Salih, serok komarê Îraqa Fedral kir.

K24- Hewlêr

Evro Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Berhem Salih, serok komarê Îraqa Fedral kir.

 Di dîdarê de Qubad Talebanî, cêgirê werok wezîrên Herêma Kurdistanê, Fûad Husên, Cêgirê serok wezîrên Îraqê û wezîrê darayî ya Îraqê û hejmareke berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê amade bûn. Gotûbêj derbarê peywendîyên di navbera Herêma Kurdistan û hikumeta Fedral de hatin kirin.

Herweha tekez hat kirin ku çareserkirina arîşeyan di navabera Herêma Kurdistan û hikumeta Fedral de di berjewendîya hemû xelkê Îraqê de ye û sedema serekîye bo akincîbûna rewşa Îraqê, nemaze jî ku heya niha terorist li hinek deverên Îraqê gefin li ser asayîşa hevwelatîyan.