Sûriye.. Di êrîşa Îsraîlê de 3 leşkerê birîndar bûn

Firokeyên şer ên Îsraîlê binkeyeke navendeke leşkerî ya artêş Sûriyê li li bajarokê Misyaf ê li parêzgeha Hemayê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Îsraîlê binkeyeke navendeke leşkerî ya artêş Sûriyê li li bajarokê Misyaf ê li parêzgeha Hemayê bombebaran kir.

Ajansa “SANA” a Sûrî li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, berbanga îro firokeyên şer ên Îsraîlê ji esmanê Libnanê ve binkeyeke navendeke leşkerî li bajarokê Misyafê bombebaran kir.

Amaje bi wê yekê jî kir, sîstema berevaniya esmanî karî hin mûşekên Îsraîlî berî bigihin armanca xwe biteqînin.

Wê ajansa Sûrî ya fermî aşkere kir, di ecama êrîşa Îsraîlê de 3 leşker birîndar bûn û ziyan gihîşt hin avahiyên di nava wê navenda leşkerî de.

 

S. B