HUDA PAR: Rayaderên dewletê jî di ber bûyerên Kobanê de berpirsyar in

Di xwepêşandanên ku li ser banga HDP'ê çêbûn de jî 43 kesan jiyana xwe ji dest dabû û tevî ku di ser bûyerê re 4 sal derbas bûne jî heta niha bûyer nehatiye zelalkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê; di 6 û 8'ê Cotmeha 2014'an de li ser şerê li hember Kobanê banga protestokirina êrîşên DAÎŞ'ê û helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê kiribû. Di xwepêşandanên ku li ser banga HDP'ê çêbûn de jî 43 kesan jiyana xwe ji dest dabû û tevî ku di ser bûyerê re 4 sal derbas bûne jî heta niha bûyer nehatiye zelalkirin. Parlementer û rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Doza Azad (Huda-Par) daxwaza zelalkirina bûyeran û dadgehkirina berpirsên kuştina 43 kesan dikin.

Di salvegera 4'emîn a bûyerên ji bo protestokirina êrişên DAÎŞ'ê yên li hember bajarê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê,  dengvedan û  gengeşî didomin. Rayedarên Hikûmeta AK Partiyê; HDP'ê û Hevserokê HDP'ê yê wê demê Selahedîn Demîrtaş wekî berpirsê mirina 43 kesan dibînin; lê Demîrtaş ragihandibû ku 33 kes ji wan kesên jiyana xwe ji dest dabûn, HDP'yî bûn.

Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Mûsa Farisogullari di derbarê bûyeran de dibêje; me xwestibû ku ji aliyê parlementoyê ve lêkolîn li ser bûyerê were kirin û her tişt ronî bibe; lê hikûmetê nehişt.

Mûsa Farisogullari ji K24ê re wiha axivî: "Birêz Demîrtaş jî li ser vî esasî sucdar dikin. Yanî dibêjin 'berpirsiyar tu yî'. Em jî dibêjin de fermo, bila lêkoilîneke bê kirin ku ka berpirsiyar Demîrtaş an HDP be em ê cezayê bê dayîn em ê qebûl bikin. Lê mesele ne ev e, hêzên ewlehiyê hêzeke bêkontrol bi kar anî.

Di bûyeran de 6 kesên ku endam û nêzî Huda-Par'ê bûn jî canê xwe ji dest da. Rayedarên Huda-Parê jî dibêjin ku wan jî êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar kirin û li dijî derketin; lê çalakvanan wekî ku Huda Par piştgiriya Daîş'ê dike, kirin armanca xwe. Serokê Huda Par'ê yê Diyarbekirê Metîn Kaya jî dibêje; wê demê rayedarên dewletê berpirsiyariya xwe bi cih nehanî û pêşî li bûyeran negirt.

Metîn Kaya got: "Berpirsiyarên bûyeran bi nêrîneke yekalî nayê aşkerekirin. Heta niha derbarê wan bûyeran de lêpirsîneke berfireh nehatiye kirin. li gel kuştinê talankirina mal û milk jî hat kirin. Êrişkaran li ber çavên kamerayan bûyer kirin. Lê wê demê kamerayên mobeseyan jî hatin sekinandin. ango berpirsan çavên xwe li bûyeran girt. Berpirsiyariya dewletê ew bû welatiyên xwe biparêze û li welatiyên xwe xwedî derkeve."

Di wê demê de xwepêşandanên protestoyê belavî 35 bajarên bakûr û Tirkiyeyê bûbûn û di çalakiyan de bûyerên xwînî çêbûbûn; di bûyeran de 43 kesan canê xwe ji dest dabû û ji van 33 jê HDP'yî bûn, 6 Huda Par'î bûn, 2 kes hêzên ewlekariyê û 2 kes jî penaberên Sûriyeyê bûn. Di bûyeran de 682 kes jî birîndar bûbûn, 323 kes hatibûn girtin û zerara bi hezaran avahî û wesayitan çêbûbû. Rayedarên HDP û Huda Par'ê jî dixwazin ku lêkolîneke berfireh li ser bûyerên Kobanê were kirin da ku rewş ji aliyê raya giştî ve jî bi zelalî were zanîn.