2400 çekdarên opozîsyona Sûriyê gihîştine Lîbyayê

Nêzîkî 2400 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê gihîştine Lîbyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêzîkî 2400 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê gihîştine Lîbyayê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Tirkiye bi tomarkirina navên çekdaran Sûrî ji bo çûna Lîbyayê berdewam e û heta niha hejmara çekdarên Sûrî yên gihîştine Lîbyayê gihîştiye 2400 çekdarî.

Rewangehê diyar kir, niha jî 1700 çekdarên opozîsyona Sûriyê li serbazgehên Tirkiyê tên rahênankirin, ji bo lîbyayê bêne veguhastin.

Amaje bi wê da, tomarkirina navên çekdaran li Efrînê û navçeyên din ên di bin kontrola grûpên çekdar de berdewam e û bi taybet çekdarên grûpên Lîwaya El Mutesêm, Firqeya Sultan Silêman, Lîwaya Siqor Şemal, El Hemzat, Feyleq El Şam, Silêman Şah û Lîwaya Semerqend navên xwe tomar dikin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Tirkiye dixwaze 6 hezar çekdarên Sûrî bibe Lîbyayê.

Diyar kir jî, di encama şer û pevçûn de heta niha 24 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin.

Rewangehê pêştir jî belav kiribû, çekdarên Sûrî bi riya firokeyên Tirkiyê bo Lîbyayê têne veguhastin.

Li gor rêkeftina navdewletî ya li dijî biçekirina çeteyan a ser bi Netewên Yekgirtî be, rahênankirin û bikaranîna çeteyan tewan e.

 

S. B