Erdogan: Milyonek penaber li Girê Sipî û ta sînorê Iraqê bicih dikin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dubare radigihîne, ew armanc dikin milyonek ji penaberên Sûrî ji Girê Spî heta sînorê Iraqê bicih bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dubare radigihîne, ew armanc dikin milyonek ji penaberên Sûrî ji Girê Spî heta sînorê Iraqê bicih bikin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di çarçoveya hefteya mafê mirovan de axivî û diyar kir, wan heta niha 110 hezar nasname û ji zêdetir 100 hezar îqame dane penaberên Suriyê. Ew dixwazin zêdetir mafê welatîbûnê bidin penaberên Suriyê, lê digel vê yekê jî ew armanc dikin milyonek penaber ji Girê Spî heta sînorê Iraqê bicih bikin.

Pêştir jî Serokomarê Tirkiyê gotibû, ew destpêkê dixwazin li navbera Girê Spî û Serê Kaniyê bi kûrahiya 30 kîlometre û dirêjahiya 120 kîlometre herêmek ava bikin û tê de xanî, nexweşxane, dibistan û mizgeft ava bikin.

Li hember vê daxwaza Tirkiyê, aliyên siyasî yên Kurdî dibêjin, Tirkiyê bi êrîşa xwe li ser Rojavayê Kurdistanê demografiya herêmê biguhêre û Ereb û Tirkmenan li şûna Kurdan bicih bikin.

 

S. B