Soylu: Şerê me ne bi PKKê re, bi Amerîka re ye

Wezîrê Navxe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: Ya ku her cure alîkarî dide PKKê Amerîka ye û şerê wan ne bi PKKê re ye, lê bi Amerîkayê re ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: Ya ku her cure alîkarî dide PKKê Amerîka ye û şerê wan ne bi PKKê re ye, lê bi Amerîkayê re ye.

Wezîrê Navxe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Stenbolê axivî û rexneyên tund li Amerîkayê girt û eşkere kir, Amerîka fuşareke aborî ya cidî li Tirkiyê dike û ji alîkî din ve jî piştgîriyeke berfereh dide PKKê.

Soylu got: “Li gor we kî piştgiriya PKKyê dike? Amerîka. Ez eşkere dikim. Ez wekî Wezîrê Navxwe yê vî welatî dibêjim. Rîska vê gotinê çi be, ez digirim ser xwe û dibêjim: Ya ku akademiya asmanî û sexlemiyê ji PKKê re ava kiriye, Amerîka ye. Ya ku alîkariya lojîstîk û teknîkî dide PKKê, Amerîka ye. Ya ku aqil û stratejî dide PKKê, dîsa Amerîka ye. Hûn wisa hizir nekin ku em bi PKKê re şer dikin. Na, şerê me bi Amerîkayê re ye. Em baş dizanin, şerê me bi kê re ye.

 

 

S. B