Li bakura Kurdistanê, şanda Emerîka û Tirkiyê derbarê avakirina devera aram civîyan

li bajarê Rihayê li bakura Kurdistanê, şanda Emerîka û Tirkiyê civîyan bi mebesta avakirina devera aram li bakûra rojhilata Suriyê.

K24- Hewlêr

li bajarê Rihayê li bakura Kurdistanê, şanda Emerîka û Tirkiyê civîyan bi mebesta avakirina devera aram li bakûra rojhilata Suriyê.

Şanda Emerîka ya ku ji şeş fermandeyên leşkerî pêk dihêt, li navçeyên Pirsus û Kanya Xezalan ya ser sinûrê rojavaya Kurdistanê, dest bi xebata xwe kirin.

Şanda leşkerî ya Emerîkayê, ji bo ku navendeke karê hevpişik li gel Tirkiyê ava bikin, serdana gelek avahîyan û xalên taybet kirin.

Li gorî nûçeyên ragehandina Tirkiyê, şanda Emerîkayê dûhî hevdîtin li gel hevpîşeyên xwe yên Tirkiyê li Pirsusê kirin û ji wir jî, derbazî bajarê Dîlokê bûn.

Tirkiye û Emerîka, ji bo avakirina herêma ewle di 7 ê Tebaxê de li ser sê xalan li hevkirine û xebat ji duhî ve destipê kiriye.