Pilaneke nû didin Tiramp

Tiramp gengeşe ya pilanek nû dike bo vemana 200 serbazên Emerîkayî li Rojhelata Suriyê.

K24- Hewlêr

Tiramp gengeşe ya pilanek nû dike bo vemana 200 serbazên Emerîkayî li Rojhelata Suriyê.

Rojnameya Niyoyork Taymiz a Emerîkayî belav kirîye, hinek berpirsên serbazî yên Emerîkayî yên bilind pêşnîyazek xistine pêş Tiramp bo vehêştina hêzeke sebazî li rojhelata Suriyê bo hingavtina dû armancan.

Hatye xuya kirin, ku armanca yekem rêgirtine ji serheldana Daişê di çarçoveya operasyona Tirkiyê de. Armanca  dûyem jî, rêgirtine ji hêzên hikumeta Suriyê û hevpeymanên wê ji Rûsya û Îranê daku destên xwe nexin ser bîyavên petrolê li wê deverê.

Yek ji berpirsên serbazî bi wê rojanameyê ragehandîye, ew pilan bi hûrgelî ve li ber derstê Tiramp e û evê heftîyê wê pilannê gengeşe dike, ku armanca Emerîkayê li şerê dijî Daişê û hevkarîya Kurd jî bo parêzgarîkirinê ji bîyavên Petrolê di hingive.