Serokwezîrê Kurdistanê hevxwemiyên xwe bi egera erdhêja Xarpêtê anî ziman

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêwendiyek telefonî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu, bi egera erdhêja li Xarpetê, sersaxiyên xwe gihandin malbatên kesên jiyana xwe jidest da yî û daxwaza selametiyê bo brîndaran xwest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêwendiyek telefonî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu, bi egera erdhêja li Xarpetê, sersaxiyên xwe gihandin malbatên kesên jiyana xwe jidest da yî û daxwaza selametiyê bo brîndaran xwest.

Serokwezîr bi egera erdhêja li Xarpêtê rû da yî û gelek deverên Kurdistanê hest pê hate kirin, hevxwemiyên xwe anî ziman.

Di erdhêja, ku navenda wê Xarpêt a bakurê Kurdistanê bû, heta niha hatiye ragihandin, ku 22 kesan jiyana xwe jidest da ye û 1243 brîndar bûn e.

 

 

 

C.B