Serokê Herêma Kurdistanê teqînên Rojava ya Kurdistanê şermezar kir

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistsnê, di peyamekê de teqînên Rojavaya Kurdistanê şermezar kir û ragehand: Bi tudnî wan karên teroristî şermezar dikîn ku her sê bajarên Qamişlo, Efrîn û Heseke li Kurdistana Suryayê kirin armanc û di encam de 15 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 70 kes jî birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Bi tundî wan kirdarên terorîstî şermezar dikîn ku îro li her sê bajarên Qamîşlo, Efrîn û Hesekê ya li Kurdistana Sûriye kir armanc û li encamê da zêdetirê panzdeh kes canê xwe ji dest dan û nêzîkî heftih kes jî birîndar bûn.

Pirse û serxweşiyê li malbat û kesukarên qurbaniyan dikîn hevsoz û hevxema wanîn, hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazîn.

Ew kirdarên teroristî wê rastiye eşkere dikin ku teror hê jî metirsiyekî rastîne û gefê li aramiya navçeyê û cîhanê dixwe, rûbirûbûna wê metirsiyê jî pêwîstî bi hemahengî û karê hemû aliyên navçeyî û navdewletî heye.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/07/2019