Erdogan: Em guh nadin gefên dijî Tirkiye

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Welatên rojavayî gefan li Tirkiyê dixwin, lê Tirkiye guhdariya wan nake

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Welatên rojavayî gefan li Tirkiyê dixwin, lê Tirkiye guhdariya wan nake.

Erdogan di derbarê pirsa rojhilatê Deryaya Naverast de axifî û eşkere kir, ku welatên Rojavayî gefan li Tirkiyê dixwin û naxwazin Tirkiye li Deryaya Naverast lêgerîna enerjiyê bike. Lê gohdariya wan nakin û dê mafên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Naverast biparêz in.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: “Digel keştiyên me yên ko enerjiyê digerin, em bi balafir û arteşa xwe re li Deryaya Naverast nin. Welatên rojavayî gefan li Tirkiyê dixwin. Lê em guh nadin çi gefan û ya xwe dikin. Emê li rojhilatê Deryaya Naverast mafên xwe heta dawiyê biparêz in”. 

 

 

 

C.B