Artêşa Tirkiyê hêza xwe li hember Serêkaniyê bicih dike

Karwaneke din ya Artêşa Tirkiyê îro li Serêkaniya Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hate bicîh kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Karwaneke din ya Artêşa Tirkiyê îro li Serêkaniya Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hate bicîh kirin.

Artêşa Tirkiyê ku ji duhî ve çend karwanên leşkerî şandine Serêkaniya Bakurê Kurdistanê, îro hêzeke din ku ji çekê giran pêk hatibû, li ser sînor bi cîh kir.

Karwanê leşkeran ku ji 15 Tirimbêlên barhelgir û ji bi dehan zirîpoş û çekê giran pêk hatibû, li beramber Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bi cîh bû.

Li gorî ragihandina artêşa Tirkiyê, ev karwanên leşkerî wek zêdekirina leşkerên xwe li ser sinorê Sûriyê hatiye destnîşankirin.

 

S. B