Serok Komarê Îraqê heya êvarîya Heynîyê demê dide alîyên sîyasî

Serok Komarê Îraqê, Berhem Salih red dike ku alîyên sîyasî bi fermî ti kandîdek bo posta serok wezîran pêşkeşî wî hatibe kirin.

K24- Hewlêr

Serok Komarê Îraqê, Berhem Salih red dike ku alîyên sîyasî bi fermî ti kandîdek bo posta serok wezîran pêşkeşî wî hatibe kirin.

Çavkanîyeke nêzîk ji serok komarê Îraqê, bi mêdyayên Îraqê re ragehandîye, alîyên sîyasî bi fermî Elî Şikurî, wek kandîd bo posta serok wezîran pêşkeşî serok komarê Îraqê nekirîye.

 Amaje bi wê yekê jî daye, ku alîyên sîyasî heya niha li ser kandîdkirina kesekî bo posta serok wezîran rêknekevtine.

 Ji alîye dî ve, çavkanîyekê bi Somerîye Nîyoz ragehandîye, ku serok Komar, Berheme Salih heya êvarîya roja Heyînîyê dem daye alîyên sîyasî daku kandîdekî bê miştûmir bo posta serok wezîran pêşkeşî wî bikin.

 Her wî çavkanî gotîye: Eger heya wê demê kandîdekî pêşkeş nekin, serok komar bi xwe, dê kanîdeke serbixwe raspêre ku ji alîyê şeqamê ve bihêt qebûkirin.