Li zanîngeha Artuklu ya Mêrdinê xwendekaran serdema Kurdi bi dawi Kir

Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê; xwendekarên dewira sêyemîn zankoyên xwe bi dawî kir û bidawîbûna serdemê bi şahiyeke xwendekaran hat pîrozkirin. Di nav zankoyên ku perwerdehî lê bi dawî bûn de xwendekarên Beşa Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî jî hebûn û wan jî bi cil û bergên Kurdî rengekî cuda da şahiyê.

K24- Amed

Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê; xwendekarên dewira sêyemîn zankoyên xwe bi dawî kir û bidawîbûna serdemê bi şahiyeke xwendekaran hat pîrozkirin. Di nav zankoyên ku perwerdehî lê bi dawî bûn de xwendekarên Beşa Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî jî hebûn û wan jî bi cil û bergên Kurdî rengekî cuda da şahiyê. Mamosteyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yên Zanîngeha Artûklûyê dibêjin; di pêvajoya niha de kesên vê beşê diqedînin; nayên tayînkirin ev jî dibe cihê gazincan. Xwendekarên beşa Zimanê Kurdî jî dibêjin; ji bo xwedîderketinê be jî bila ciwanên Kurd di zanîngehan de xwedî li Zimanê Kurdî  derkevin da ku dewamiya wê hebe.

Şahiya xwendekarên Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê, ji bo bidawîhatina serdema sêyemîn e ku zankoyên beşên cuda hatine bidawîkirin. Taybetiya Zanîngeha Artûklûyê jî ew e ku li bakur û Tirkiyeyê heta li cîhanê, cara yekemîn bû ku dest bi Perwerdehiya Ziman û Wêjeya Kurdî kir. Ji Îlona 2011'an û bi vir ve; 250 xwendekaran ev beş xwendine û dîplomayên xwe bi dest xistine. Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê Doç. Dr. Hayrûllah Acar dibêje; dersên wan ên li ser Ziman û Wêjeya Kurdî têr û tijî tên dayîn lê belê ji ber ku tayînkirina mamosteyên vê beşê kêm tê kirin, ev jî dibe cihê gazincan.

Dr. Hayrûllah Acar- serokê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Artûklûyê, got:"Zimanê Tirkî û wêjeya Tirkî çi be, pergala bernameya me jî bi vî rengî ye. Di dawiya van 4 salan de xwendekarên me wekî mamosteyên Zimanê Kurdî tên tayînkirin. Ev 3 salên dawîn di vî warî de gazincên me jî hene em bi gazinc in. Ji ber rewşa siyasî, xwendekarên me jî para xwe ji vê digirin, mixabin di van salên dawîn de xwendekarên me yên ku mezûn bûne, nayên tayînkirin."

Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê, di bin banê Zankoya Wêjeyê de Beşa Ziman û Wêjeya kurdî hat vekirin û piştî ku cara yekemîn ev beş li Mêrdînê vebû; li Zanîngeha Alpaslan a Mûşê, li Zanîngeha Çewligê û Li Zanîngeha Wanê ya Yuzuncuyilê jî heman wekî zanîngeha Artûklûyê, di lîsansa bilind de perwerdehiya Ziman û Wêjeya Kurdî tê dayîn. Her wiha li ser daxwaza zêde ya xwendekaran; li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê jî di teşeyên kursan de dersên Zimanê Kurdî tên dayîn. Siwarê Heto ciwanekî ji bajarê Amûdê ye û beşa Ziman û wêjeya Kurdî bi dawî kiriye. Ciwanê Kurd dibêje; min li Sûriyeyê zanîngeh qedandibû lê çawa bi beşa Kurdî  hesiyam; min hat liv ir jî dest pê kir.

Siwarê Heto-xwendekarê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, dibêje:"Li cem me tunebû, ji ber vê jî em hatin Mêrdînê, me ev beş dît, gelek kêfa me hat. Me hat ev beş xwend. Dîroka Kurdî, li ser folklorê, li ser Zimanê Kurdî, li ser rêzimanê; beşeke gelek dewlemend e. Min jî 4 salan xwend û îro derçûna me ye; em gelek kêfxweş in û em spasiya hemû mamosteyên xwe dikin."

Ji vekirina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî û heta niha ango 8 sal in; 5 serdemên vê beşê hatine bidawîkirin û ev serdema 6'an e. Wahdet Ûçar jî xwendekara vê serdemê ye û ew jî dibêje; Perwerdehiya Ziman û Wêjeya Kurdî li Mêrdînê dest pê kir lê li ser daxwaza zêde li nav zanîngehan belav bû û çiqas daxwaz zêde bibe, dê Zimanê Kurdî ewqas bikeve nav civakê.

Wahdet Ûçar-xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, got:"Piştî demeke dirêj; beşa Zimanê Kurdî vebû, di zanîngehan de dersa Zimanê Kurdî hat dayîn. Piştî zanîngehan, di dibistanan de Zimanê Kurdî wekî dersên hilbijartî ji bo zarokan hatin dayîn. Helbet ev tiştên xweş in û têrî me dikin lê mirov hêvî dike ku hîn zêdetir bibin û kontenjan jî ji bo mamosteyan werin vekirin; m jî zarokên Kurdan bi Kurdî perwerde bikin ji bo Zimanê kurdî jî gavekî baş e û em kêfxweş in."

Şahiya ciwanan a bidawîkirina zankoyan; bi van dîmenên rengîn wekî gava dawîn a perwerdehiyê derbasî qeydên zanîngehê bûn. Di şahiyê de piştî axaftinên rayedarên bajêr û mamosteyan; stranên bi Kurdî, bi Tirkî û bi Erebî hatin gotin û hem ciwanan hem jî malbatên wan di nav ahengekê de govend gerandin.