Perleman postên vala yên wezaretên hikumeta Îraqê pir dike

Civata Nwênerên Îraqê postên vala yên wezaretên Kabîneya Adil Ebdulmehdî pirvekir û deng li ser navên wan kesan dan ku bo postên wezaretên (Hindûrî, Berevanî, Perwerde û Dad)ê ji alîyê serokê Civata Wezîrên Îraqê ve hatibûn berbijarkirin .

K24- Hewlêr

Civata  Nwênerên Îraqê postên vala yên wezaretên Kabîneya  Adil Ebdulmehdî pirvekir  û deng li ser navên wan kesan dan ku bo postên wezaretên (Hindûrî, Berevanî, Perwerde û Dad)ê ji alîyê serokê Civata Wezîrên Îraqê ve hatibûn berbijarkirin  .

Di rûniştina Civata Nwênerên Îraqê de bo bawerîdanê bi wezîrên nû,  Liwa Necah Elî Şemerî wek wezîrê berevanîyê û Yasîn Yasirî wek wezîrê hindûrî deng bi dest xwe ve anîn.

Herweha Farûq Emîn Şwanî bawerîya perlemantaran bi dest xwe ve anî bo posta wezareta Dad  lê Sefane Hemdanî nekarî bawerîya perlemantaran bi dest xwe ve bihîne bo posta wezîrê Perwerdeya Îraqê.

Berî destpêkirina rûniştina Civata Nwênerên Îraqê jî, Beşîr Hedad cêgirê serokê Perlemana Îraqê bi Kurdistan24 re got: Piştî givaşeka mezin bo temamkirina pêkhateya kabîneya hikumetê, niha rêkkevtin di navbera alîyan de heye, şeva bûrî hikumetê navên çar kesan şandin bo perlemanê û di movika yekem de ji kombûna evro deng li ser wan dihê dan.

Li ser navê Farûq Şiwanî wek berbijêrê wzareta Dad  û rêkkevtina alîyên sîyasî li ser wî, Beşîr Hedad Got: Niha rêkkevtinek heye di navbera Partîya Demukrata Kurdistanê û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û Ez bawer nakim Firakisyonê din ti axivtin li ser evê yekê hebin, çunku berê ev mijar di navbera Partîya Demukrata Kurdistanê û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê nakokî li ser hebû.