Tirkiye destberdarê S-400 nabe

Wezîrê berevanîya Tirkiye dûpat dike, Tirkiye destberdarê sîstema S-400 a Rûsiya nabe.

K24- Hewlêr

Wezîrê berevanîya Tirkiye dûpat dike, Tirkiye destberdarê sîstema S-400 a Rûsiya nabe.

Xelûsî akar, wezîrê berevanîya Tirkiye ragehand: Welatê wî, destberadarê sîstema S-400 nabe û pêwîste hizir di çareserîyeke weha de bikin; ku Tirkiye tim bibe xwedîyê S-400 û ev sîstem bihêt karakirin û taqîkirin. Di vî warî de jî, rahînana karmendan bo bikarhînana S400 berdewame û evê mehê temam dibe. Ew di wê bawerîyê de ne, ku li Buhara sala dahatî S-400 kara bikin.

Akar aşkera jî kir, Bo kirrîna karwaneke dîya wê sîstemê li gel Rûsiyê di danûstandinan de ne.

Ev di demekê de ye, Emerîkayê çend caran daxwaz ji Tirkiye kirîye ku ji kirrîna S-400 poşman bibe.