Wezîrê Derve yê Tirkiyê gihîşt Hewlêrê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi armanca beşdariya di rêûresma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê de, gihîşt Hewlêrê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi armanca beşdariya di rêûresma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê de, gihîşt Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê yê hilbijartî Nêçîrvan Barzanî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir.

Herwiha pêş gihîştina Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Hewlêrê, şandeke bilind a komara Îslamî ya Îranê jî gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Îro 10ê Hezîranê bi amadebûna hejmarek ji serkirde, nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê, rêûresma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.  

 

 

S. B