Çekdarên opozisyonê yên li Der`a ji bo Idlibê tên veguhestin

Medya Erebî belav kiriye ku, îro 100 bas wê derbasî Der'a bibin, daku çekdarên opozisyonê û malbatên wan, veguhêzin parêzgeha Idlibê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya Erebî belav kiriye ku, îro 100 bas wê derbasî Der'a bibin, daku çekdarên opozisyonê û malbatên wan, veguhêzin parêzgeha Idlibê.

Piştî Rûsya gef li çekdarên opozisyonê kir, ku heger ew ji tevahiya xeta sînorî li gel Urdinê dernekevin, wê artêşa Rûsî dest bi êrîşê bike, gellek çekdaran xwestine li gel malbatên xwe ji wan deveran derkevin û navên xwe li cem aliyên pêwndîdar tomar kirine.

Ji aliyê xwe ve, medya ser bi Hikûmeta Sûryê ve, ragihand ku 30 bas li bajarokê Senemên yê Der'ayê kom bûne, daku çekdarên opozisyonê û malbatên wan, ji wê deverê veguhêzin Idlibê.

N.O