Hêzên Rûsî gereke çavdêriya li ser riya M4 kirin

Hêzên Rûsî gereke çavdêriyê ya bejahî û esmanî li ser riya navdewletî M4 li di navbera Heseke û Helebê de kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Rûsî gereke çavdêriyê ya bejahî û esmanî li ser riya navdewletî M4 li di navbera Heseke û Helebê de kir.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, îro Polîsên Serbazî yên Rûsî bi 6 zirîpoşan û 2 helîkopteran gereke çavdêriyê li ser riya navdewletî M4 di navbera Heseke û Helebê de encam da.

Diyar kir, gera çavdêriyê ji rojhilatê bajarokê Eyn Îsa dest pê kir û heta sayloyên genim ên li gundê Şirgakê yê nêzîkî Girê Sipî berdewam kir.

Meha bûrî şerekî tund I navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û şervanên HSDê de li wê navçeyê rû dabû û bi hewlên Rûsyayê ew şer hatibû rawestandin.

Her li ser riya navdewletî M24ê, îro ajanda “SANA” a fermî ya Sûrî belav kiribû, artêşa Sûriyê xaline nû li ser wê li rojavayê bajarokê Tirkiyê li ser riya M4 danîne.

 

S. B