Trump: Me soza parastina Kurdan ta 400 salên din nedaye

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, rêkeftina agirbestê di navbera artêşa Tirkiyê û HSDê de berdewam e, tevî ku hin binpêkirinên biçûk hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, rêkeftina agirbestê di navbera artêşa Tirkiyê û HSDê de berdewam e, tevî ku hin binpêkirinên biçûk hene.

Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re ragihand, hêzên HSD bi jîrane ji hin navçeyên diyarkirî vedikişin.

Trump got jî, Washingtonê ti soz nedaye, ku dê Kurdan heta 400 salên din biparêze.

Li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Trump diyar kir, hêzên wan dê destpêkê biçin cihine din, lê piştre dê vegerin Amerîkayê.

Tekez kir jî, ew naxwaze hêzên Amerîkî li Sûriyê bihêle.

Di heman demê de jî Trump hişyarî da Tirkiyê, heger bi xirapî riftarê bike, Amerîka dê bac û sizayan bixe ser berhemên wê.

Ev daxuyaniya Trump di demekê de ye, piştî ku Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dabû, îro karwaneke hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê vekişiyabû û gihîştibû Hewlêrê.

 

S. B