Temellî: Biryara zîndanîkirina Demîrtaş û Yuksekdagê ne yasayî ye

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî radigihîne, biryara dadgehê ya zîndanîkirina hevserokê berê yên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê ne asayî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî radigihîne, biryara dadgehê ya zîndanîkirina hevserokê berê yên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê ne asayî ye û ji bo biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî vala derxin ew biryar dane.

Piştî hewlên Dozgerê Giştî yê Enqerê, duhî êvarê 20ê Îlonê Dadgeha Sizayên Giran a Enqerê biryara zîndakirina hevserokên berê yên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê derkiribû.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî got: “Dewlet edî yasayê xwe nas nake. Dosyên ku Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag pê dihatin tawambar kirin û ceza xwerine, heman dosya carek din anîn rojevê û dîsa wek biryar berdewamiya girtina wan dan. Yanê ew jiber wan gotinên xwe hatin cezakirin. Demirtaş û Figen Yuksekdag  pêwst e werin berdan, dadgeha mafê mirovan biryar dabû, berdana wan dereng maye. Ji bo ku biryara dadgeha Ewropa vala derbixin, ev biryar dane.”

Li ser vê biryarê Parêzarê Selahatîn Demirtaş Levend Kanat daxûyaniyek da û got: Dozger, bi serbixwe biryaran nadin, bi ferman dozan vedikin.

Parêzer dibêjin, Dadgeha Mafê Mirovan kêmek maye ku biryara serbestkirine Demîrtaş û Yuksekdagê bide, beriya vê biryarê ferman ji Qesrê hat ku girtina wan berdewam bike.

 

S. B