Hikumeta Birîtanîyayê pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Evro Çarşembîyê, 12ê/6/2019 di peywendîyeka telefonî de li gel Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, Dr. Endro Morisin, wezîrê dewleta Birîtanîyayê bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Pêxistina Nêvdewletî, bi navê hikumeta Birîtanyayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêvîya serkevtinê bo wî xwazt di erk û posta nû de.

K24- Hewlêr

Her di wê peywendîya telefonî de Morisin tekez kir li ser zêde bihêzkirina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Birîtanyayê de di hemû bîyavan de li jêr serkirdatîya Nêçîrvan Barzanî.

Ji alîyê xwe ve, serokê Herêma Kurdistanê supasîya Morisin kir bo wê peywendîya telefonî  û pîrozbahîkirinê û ev peywendî ya telefonî bi delîve zanî daku supasîya Herêma Kurdistanê bigehîne  Birîtanyayê bo hevkarîyên wê di demêm dijwar de.

Roja Dûşembîya bûrî, 10ê Xizîrana 2019, Nêçîrvan Barzanî, di rêresmekê da sûnda yasayî xwar û wek serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar bû.