Kongress daxwazê ji Trump dike çareseriyê li Sûriyê bike

Nêzîkî 400 endamên Kongressa Amerîkî daxwaz ji Serokê Amerîka Donald Trump dikin, destêwerdanê bike û çareseriyeke ji Sûriyê re bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêzîkî 400 endamên Kongressa Amerîkî daxwaz ji Serokê Amerîka Donald Trump dikin, destêwerdanê bike û çareseriyeke ji Sûriyê re bike.

Ji koma 535 endaman, nêzîkî 400 Kongressmanên Amerîkî nameyekê pêşkêşî Trump kir û tê de daxwaz kir berdewamiyê bide rola Amerîka li Sûriyê û gotin, ew ji grûpên tundrew nîgeran in.

Di nameya Kongressmanan de hat, nêzîktirîn hevpeymana wan li navçê rastî gefan tê, Amerîka jî wek her car bi rola xwe ya yekalîker radibe.

Herwiha daxwaz ji Trump kir, rûbirûyî gefên ewlehiyê yên li dijî berjewendiya wê û hevalbendên wê li Sûriyê bibe û fişara zêde bixe ser Rûsya, Îran û Huzbulaha Libnanî.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berçileya 2018an biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, lê di pişt re û di Sibata bûrî de bi buhaneya şerê DAIŞê û piştevaniya HSDê ji wê biryarê daket.

 

S. B