Hewleke din bo temamkirina hikûmeta Ebdilmehdî tê dayîn

Îro Parlemantoya Iraqê bi rûnişteke nû de hewleke din dide ji bo hikûmeta nû ya Adil Abdilmehdî temam bike û 8 wezaretên hîna bê wezîr mane dagire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Parlemantoya Iraqê bi rûnişteke nû de hewleke din dide ji bo hikûmeta nû ya Adil Abdilmehdî temam bike û 8 wezaretên hîna bê wezîr mane dagire.

Roja 26ê Cotmeha bûrî kabîneya hikûmeta nû ya bi serokatiya Adil Ebdilmehdî bi 14 wezîran hatibû pesendkirin û nakokî li ser destnîşankirina 8 wezîran derketibûn.

Sedema sereke ya diyarnekirina wezîran ew bû, nakokî di navbera Hevpeymaniya ku Hadî Amirî û Nûrî Malîkî ji aliyekê ve û Hevpeymaniya ku Muqteda Seder, Emar Hekîm û Heyder Ebadî rêbertiya wê dikin de derketibû.

Serokatiya Parlemantoya Iraqê ragihand, îro nîvro parlmento ji bo dagirtina wezaretên vala mane dicive û deng li ser kandîdên wezaretên Bergîrî, Navxwe, Rewşenbîrî, Dad, Plandanan, Xwendina Bilind, Koçberan û Perwerdê tên dan.

Li gor zanyariyan, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî kandîdên pêşniyaz kirine wiha ne: ( Falih Feyaz Wezîrê Navxwe. Feysel Cerba Wezîrê Bergîriyê. Nûrî Natiq Dilêmî Wezîrê Plandanînê. Qusey Suhêl Wezîrê Xwendina Bilind. Seba Tayî Wezîra Perwerdeyê. Dara Nûredîn Wezîrê Dadê. Henaa Emanewêl Gorgîs Wezîra Koç û Koçberan. Ebdulemîr Hemdanî Wezîrê Rewşenbîrî)

 

S. B