HSD bazara Hecînê û nexweşxaneyekê kontrol dike

Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Hecîn ragihand, îro şerekî giran li nava bajarokê Hecînê rû dide û şervanên HSDê karîn derbasî nava bazara Hecînê bibin û nexweşxaneyeke din jî kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Hecîn ragihand, îro şerekî giran li nava bajarokê Hecînê rû dide û şervanên HSDê karîn derbasî nava bazara Hecînê bibin û nexweşxaneyeke din jî kontrol kirin.

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih li aliyê rojavayê bajarê Hecînê da zanîn, piştî ku şervanên HSDê duhî karîn taxên rojavayê Hecînê kontrol bikin, îro jî şer bi giranî didome û şervanan karîn bazara sereke ya wî bajarokê ligel nexweşxaneyê kontrol bikin.

Peyamnêrê me duhî jî da zanîn, şervanên HSDê karîbûn taxê rojavayê Hecîn û nexweşxaneya sereke ya Hecînê kontrol bikin.

Diyar kir jî, Firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi berdewamî liv û tevgera DAIŞê bombebaran dikin.

Amaje bi wê yekê kir, DAIŞê hejmarek mezin ji mîn û bombeyan di nava malan de û li ser riyan çandine û tûreke berfereh ji tunelan di bin Hecînê de çê kirine. Sekvanên xwe li ser avahiyên bilind bicih kirine û sivîlan wek mertalên mirovî bikar tîne.

Peyamnêrê me diyar kir, ji ber hebûna hejmarek ji welatiyên sivîl di nava Hecîn astengî li pêş şervanan derdike, ku di rojên dawî de şervanên HSDê karîn nêzîkî 2 hezar û 500 welatiyên sivîl ji Hecînê derxin.

Şervanekî HSDê ji K24ê re ragihandibû, wan ji gelek aliyan ve Hecîn dorpêç kir û gelek sivîl rizgar kirin. Niha hejmarek kêm ji sivîlan di mana bajêr de mane û ewê hewl bidin wan sivîlan rizgar bikin û piştre dest bi êrîşa dawiyê bikin.

 

S. B