Di perlemana Îraqê de bizaveke heye bo derkirina hêzên Emerîkayê ji Îraqê

Evro di perlemana Îraqê de helmeteke komkirina wajûyan destpêkir bo bi yasakirina pirojeyeke taybet bo derkirina hêzên Emerîkayê ji Îraqê.

K24- Hewlêr

Evro di perlemana Îraqê de helmeteke komkirina wajûyan destpêkir bo bi yasakirina pirojeyeke taybet bo derkirina hêzên Emerîkayê ji Îraqê.

Hesen Salim, Perlemantarê firakisyona Sadiqûn a ser bi girûpa Esayêb Ehilulheq a ser bi Heşda Şeibî, ku Qeys Xezelî serkirdatîya wê dike û dihêt gotin ew girûp fermanan ji Îranê wedigire, bi kenala RT rûsî ragehandîye, Heya niha şîyane 53 wajûyan kom bikin bo derkirina hêzên bîyanê ji Îraqê.

Wî perlemantarê firakisyona Sadîqûn ragehand jî: Piştî temambûna helmeta komkirina wajûya perlemantaran, daxwazîya xwe pêşkeşî desteya serokatîya Civata Newênerên Îraqê dikin daku piroje yasa ya derkirina hêzên bîyanî bixin karnameya yek ji rûniştinên perlemanê.

Ev di demekê de ye, bo rawayîdanê bi her piroje yasayekê di perlemanê de, pêwîste piranîya perlemantarên amade, deng bi wê yasayê bidin. Wek nimûne, egera tevaya perlemantarên Îraqê di rpniştinê de amade bin ku hejmara wan 325 perlemantare, bo borandina her piroje yasaykê bi kêmî ve pêwîstî bi 163 dengan heye.