“Madeya 140 ji karê Hikûmetê yê pêşîne ye di danûstandinên bi Bexdayê re”

Rewşa navçeyên Kurdistanî û bicihkirina madeya 140 ji karên pêşîne ya danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her hikûmeteke Iraqê re dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Herêmê bo Karûbarê Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Xalid Şiwanî di konferanseke rojnamevanî de tekez kir, bi her hikûmeteke nû re ku li Bexdayê bê pêkanîn û rêkeftineke siyasî de bê kirin, rewşa navçeyên Kurdistanî û bicihkirina madeya 140 ji karên pêşîne ya danûstandinên wan bi wê hikûmetê re dibe.

Derbarê projeya ku Herêma Kurdistanê pêşkêşî Bexdayê kiriye de, Xalid Şiwanî got: “Ew proje li ser du astan e, a yekem taybet bi asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û çareserkirina pirsgirêkên îdarî, siyasî û ewlehî yên wan navçeyan e.”

Derbarê asta duyemî de got: “Asta duyem jî taybet e bi bicihkirina madeya 140 a destûra Iraqê, ku gelek hûrgilî tê de hene, ji bo vê pirsê jî li benda Hikûmeta Iraqê ne.”

Derbarê pirsa budceyê de jî, Xalid Şiwanî ew dengo jî red kir, ku behsa dikin, hikûmeta karbirêkar a Iraqê desthilata wê ya yasayî nîn e ku projeyasaya budceyê bişîne Parlemana Iraqê û got: Ji ber ku di yasaya îdarî û darayî de, rê bi hikûmeta karbirêker hatiye dayîn, wê gave bavêje.  

 

S. B