Mesrûr Barzanî destkeftên 100 rojên karê Hikûmetê radigihîne

Bi boneya 100 roj ji karê Kabîneya Nehem, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 07.12.2019an gotarekê pêşkêş dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya 100 roj ji karê Kabîneya Nehem, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 07.12.2019an gotarekê pêşkêş dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya derbasbûna 100 rojî li ser karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gotareke telefizyonî pêşkêşî gelê Herêma Kurdistanê dike.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de, ku biryar e îro demjimêr 20:00 li kenalên ragihandinê bê weşandin, ronahiyê dixe ser destkeftên 100 rojên kar ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyan, tewerên ku di gotara Serokê Hikûmetê de bên, ji proseya çaksaziya îdarî û darayî, rûbirûbûn û sînordarkirina genedeliyê, geşepêdana werbirhênanê û pêşxistina jêrxaneya aborî û başkirina pêwendiyan û çareserkirina pirsgirêkên bi Hikûmeta Federal a Iraqê re pêk tên.

Hevdem bi gotara Serokê Hikûmetê re, biryar e raporteke hûr û zanyariyên taybet bi 100 rojên kar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li dezgehên ragihandinê bê belavkirin.

Roja 04.12.2019an, 100 roj bi ser karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbas bûbû.

 

S. B