Li Tirkiyê 8 endam û rêveberên HDPyê bi tometa bangeşeya PKKê hatin zîndanîkirin
K24- Hewlêr
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 8 endam û rêveberên HDPê bi tometa bangeşeya PKKê hatin zîndanîkirin.
Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, ji 52 kesên, ên ku heftiyek berê hatibûn binçavkirin, 10 kes îro derketin pêşberî dadgehê û ji wan biryara zîndanîkirina 6 kesan hat dayîn. Duhî jî, hevserokên şaxên Dîlokê yên HDPê û DBPê jî, di nav de 13 kes hatibûn zîndanîkirin.
Li Colemêrgê, Parêzer Harîka Gunay bi tometa bangeşeya rêxistina terorê, bi 3 sal sizaya zîndanîkirinê hat sizadan.
Li Stenbolê jî, 3 endamên Federasyona Encumenên Sosyalîst, bi tometa bangeşeya rêxistina terorê hatin binçavkirin. Îro ji wan kesek hat zîndanîkirin.