Firokeyên Îsraîlê bi mûşekan êrîşî derdora Şamê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Îsraîlî komgehên hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî li derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê û gundewarê başûrê Şamê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên belav kir, derengê şeva bûrî komgehên hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî yên li derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê û bajarokê Kiswe yê li başûrê Şamê ji aliyê firokeyên Îrsaîlî bi mûşekan hatin bombebarankirin û jinavbirin.
Ji aliyekî din ve, artêşa Sûriyê ragihand, şeva bûrî demjimêr 23:15 firokeyên Îsraîlî êrîşî derdora Şamê kir û sîstema wê ya berevaniyê karîn hejmarek ji mûşekên Îsraîlî bîne xwarê.
Firokeyên Îsraîlê her demekê êrîşên wiha di hundirê Sûriyê de pêk tîne û dibêje ew pêgehên hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî armanc digire. Herî dawî roja 25ê meha bûrî dîsa pêgehin li derdora Şamê bombebaran kiribû.
S. B