Çavuşoglu: Hefter çareseriya leşkerî bo Lîbya hildibijêre

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu radigihîne, li Libyayê Xelîfe Hefter rêyên leşkerî hildibijêre û naxwaze çareseriya siyasî pêk were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu radigihîne, li Libyayê Xelîfe Hefter rêyên leşkerî hildibijêre û naxwaze çareseriya siyasî pêk were.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu da zanîn, ew dixwezin li Libyayê aramî û aştî çê bibe û gotinên Hefter yên wek "Tirkiye teroristên Sûriyê dişine Libyayê û dixweze welatê me dagir bike" ne rast in.

Mevlud Çavuşoglu dazanîn, hîna helwesta Hefter ya ji bo aştîyê ne zelal e. Diyar e ew dixweze pirsa sîyasî ya Libya bi rêyên leşkerî çareser bike û baweriya wî bi rêyên çareseriya aştiyane nîne.

Hefter jî bi daxûyaniyekê dabû xuyakirin, pêwîst e Tirkiye di nav pêvajoya aştiyê de nebe, ji ber ku bi şandina teroristên Sûrî û leşkerên xwe ji bo Libyayê, bûye aliyekî şer.

Di konferansa Aştiyê ya Lîbyayê ya li Berlînê de, encamnameyekê 55 xalî hatibû ragihandin, lê agirbestekê daimî pêk nehatibû. Herwiha şandina çekan bo Lîbyayê û destêwedana di krîza wî welatî de red kiribû.

 

S. B