Hoşdarî dihê dan li ser rewşa rewşa Kerkûk û Xaneqînê
K24- Hewlêr
Hoşdarî dihê dan li ser rewşa rewşa Kerkûk û Xaneqînê. Xaneqînî jî 23yê ev mehê dawîn roj didin zanîn bo çareserkirina arîşyên wan. Nwênerên herdû alîyan jî hoşdarîyê didin ji têkçûna rewşa tevaya deverê. Li sinûrê Mexmûrê jî,dirûnekirina genim û cehî bi biryara hêzên Îraqî hat ragirtin û perlemana Kurdistanê jî belgeyên bierebkirinê radestê kunsil û nwênerên welatan dikin.
Hijmareka cotkarên Kurd çûn perlemana Kurdistanê daky daxwazîyên xwe bigehîin û perleman hewlên xwe bide bo ragirtina bierebkirinê û dagîrkieina gundên wan.
nwênerên cotkaran tapoya reşên gundên û zevîyên xwe anînibûn perleamnê. Wan cotyaran tapoyên salên 1890 û 1894 hebûn ku diselmandin xwedîyên rasteqîneyên wan gund û zevîyanin.
Nwênerên Xaneqîn jî hatibûn perlemanê, wan yadaştek anîye û datayên 16yê Oktoberê têdaye ku xwedîyên 78 şehîdanin. Ji bilî çolkirina hijamreka gundên Kurd li wê deveerê genim û cehên wan jî hatîne şewtandin.
Komîteya Deverên Kurdistanî ew belgeh û data ji wan wergirtin û sozdan ku dûvçona arîşeyên wan bikin. Ew komîte tevaya belgeh û datan didin kunsil û nwênerên welatan û hikuemta Îraqê. Hoşdarîyê jî dide ji têkçûna rewşa Kerkûk û Xaneqînê.
Heya dihî bi erebkirin û dagîrkirin ji alîyê ewrbên hawirde li Kerkûk û Xaneqînê berfireh dibe. Parêzgarê sepandîyê Kerkûkê jî piştîvanîya wan dike. Di dawîn biryar de jî hêzên Îraqî dirûnekirina genim û cehî li Mexmûrê qedexe kirin.
Bo zêdetir zanyarîyan li vê rapotê temaşa bike.