Tirkiye dixwaze bi rêya Ocalan HDP û PKKÊ kontirol bike

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî 8 salan pê de bi parêzerên xwe re û malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Di van hevdîtinan de amaje kir ku Kurd û Tirk nikarin bêyî hev bijîn û derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de jî bal kêşand ser rêbaza Mahatma Gandî. Ev yek ji aliyê akademisyen û çavdêrên siyasî ve wek destpêkirina pêvajoyeke nû tê nirxandin.

K24-Amed

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî 8 salan pê de bi parêzerên xwe re û malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Di van hevdîtinan de amaje kir ku Kurd û Tirk nikarin bêyî hev bijîn û derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de jî bal kêşand ser rêbaza Mahatma Gandî. Ev yek ji aliyê akademisyen û çavdêrên siyasî ve wek destpêkirina pêvajoyeke nû tê nirxandin.

Rêberê PKKê Abdûllah Ocalan di hevdîtinên xwe yên di Girava Îmraliyê de bi rêya parêzerên xwe konjonktora dawî ya Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê nirxand. Rêberê PKKê de di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re de amaje dike ku Kurd û Tirk nikarin bêyî hev bijîn û dema Kurd li Mezopotamyayê werin tinekirin dê li Anatolyayê jî Tirtk werin tinekirin. Derbarê vê nêrînê de Akademîsyen balê dikêşin ku Ocalan dixwaze bibe aktorek xurt. Akademîsyenê Zankoya Dîcleyê yê Beşa Zanistên Siyasî Vedat Koçal dibêje dewlet dixwaze bi rêdana hevdîtinan bandorê li Rojava, PKK û HDPê bike.

Vedat Koçal- akademîsyenê zankoya Dîcleyê yê Beşa Zanistên Siyasî-, dibêje:"Bi hevdîtinên Ocalan re dewlet dixwaze HDP û PKKê kontrol bike û rêya diyalogê bi HSDê re vekirî bihêle. Di van hevdîtinan de cîddiyeta pêvajoya berê tine ye. Tenê malbat û parêzer hevdîtinan dikin û dewlet dixwaze bi Kurdan bide bawerkirin ku pêvajoyek dimeşe. Lê navnîşana rasteqîn a pêvajoyek nû jî dê Hewlêr be."

Rêberê PKKê Abdûllah Ocalan bi rêya parêzerên xwe grevên birçîbûnê nirxandi bû û amaje kiri bû ku çalakiyên bi vî rengî divê bo bidestxistina armancên siyasî be û bal kêşa bû ser rêbaza Mahatma Gandî. Çavdêrê Siyasî Abdûlhay Okûmûş amaje dike hevdîtinên li gel Ocalan destpêka pêvajoyeke bênav e.

Abdûlhay Okûmûş- çavdêrê siyasî- dibêje:"Sedema bikaranîna navê Gandî ew e ku dixwaze balê bikêşe ser bêîtaatiya sivîl. Yanî dixwaze bi rêbazên demokratîk tekoşîn were dayîn. Ocalan dixwaze grevên birçîbûnê bibin amurê destkeftî yên siyasî, naxwaze bibe amurê mirina ti kesan. Hevdîtin jî didin nîşan ku pêvajoyeke bênav dest pê kiri ye û dewlet jî dê gavan biavêje lê em nikarin navek teqez lê bikin."

Çavdêrên siyasî û akademisyen di wê baweriyê de ne ku hevdîtinên li gel Ocalan ku piştî 8 salan dîsa destpêkirin wek serdemek dûyem a hevdîtinên di çarçoveya pêvajoyeke nû de ye û amaje dikin ku dê pêvajoya nû ji ya yekem cûdatir be û aliyên pêvajoyê dê zêdetir bin û hevsengiyên navneteweyî yên rojhiatanavîn jî di çarenivîsa pêvajoyê de diyarker be.