Tirkiye tila tuhmeta harîkarîkirina PKK û YPGyê bo Emerîkayê dirêj dike
K24- Hewlêr
Wezîrê navxweyî yê Tirikyê tila tuhmetê bo Emerîkayê dirêj dike û tekez dike, demeke dirêje Emerîka harîkarîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekeyên Paraztina Gel (YPG) dike.
Sulêman Soylo, wezîrê navxweyî ya Tirkiyê got jî: 40 Salin Emerîka çekan dide PKKyê û wan perwerde dike.
Derbarê kawdanên Suriyê jî, Soylo got: Emerîka kar li gel YPGyê dike.
Ji alîyeke dî, Xelûsî Akar, wezîrê berevanîya Tirkiyê jî ragehand, hêzên wan bi awayeke berdewam û hetayî li bakûra Suriyê cêgîr dibin.
Xelûsî Akar, got jî: Rêkkevtina devera aram li gel Emerîkayê bi sistî birêve diçe. Tekez jî kir, heke Emerîka rêkkevtinî bicî neke, ew dê pilana xwe bicî bikin.