Efrînî li dijî kiryarên Tirkiyê derketin xwepêşandinê

Derbiderên Efrînê yên li devera Şehbayê dimînin, wek nerazîbûnekê li ser avakirina dîwar li gundê Cilbirê û kiryarên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li Efrînê, îro li pêş navenda Rûsî ya li gundê Keşti'arê xwe pêşan dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbiderên Efrînê yên li devera Şehbayê dimînin, wek nerazîbûnekê li ser avakirina dîwar li gundê Cilbirê û kiryarên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li Efrînê, îro li pêş navenda Rûsî ya li gundê Keşti'arê xwe pêşan dan.

Jêderekî ji devera Şehbayê ji K24ê re ragihand, wek derbirîna nerazîbûnê dagîrkirina Efrînê û li ser avakirina dîwar li gundê Cilbirê ji aliyê artêşa Tirkiyê, derbiderên Efrînê li pêş navenda Rûsî ya li gundê Keşti'arê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan.

Çend roj in artêşa Tirkiyê hejmarek malên welatiyan, dibistan û avahiya şaredariya gundê Cilbirê yê li navçeya Şêrewa ya Efrînê hildiweşînin û li cihê wan dîwarekî cemento datînin.

Li gor wî jêderî,  ev dîwarê li gundê Cilbirê tê avakirin, ji aliyekî ve gundên navçeya Şêrewa ji hev cuda dike û ji aliyekî din ve herêma Efrînê ji bakurê Helebê cuda dike. Herwiha rê jî li pêş vegera derbiderên Efrînê yên li navçeyên bakurê Helebê dimînin jî, asteng dike.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şandek ji xwepêşanderan derbasî nava navenda Rûsî bûn û lîsteyek ji daxwaza radestî Rûsiyan kir, Efrîniyan tê de daxwaza rawestandina avakirina dîwan û dawîkirina dagîrkirina Efrînê kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê jî, Aliyê Rûsî tekez kir ku ewê daxwazên wan bo navenda Himêmîm bilind bikin û bersiva wan daxwazan bidin.

 

S. B