Macron, Johnson û Merkel dê ligel Erdogan bicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, ku biryar dan e, ligel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Ingilistanê Boris Johnson, bi Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan re bicivin.
Piştî civîna serokan a Yekîtiya Ewrûpayê, Serokomarê Fransayê got ku: “Liser Tirkiye me biryarek hevbeş da. Me firotina çek bo Tirkiye ragirt û biryar da ligel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Ingilistanê Boris Johnson, bi Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan re bicivin. Bwer im, ew civîn dê li London pêk were”.
Macron êrîşa Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê bi pêngavek êrîşbar û şêt binav kir û diyarkir, ger DAIŞ dîsa zindî bibe, ev berpirsiyariya Tirkiye ye.
C.B