Beşek ji mîlîşyayên Şîe yên Iraqê ji Sûriyê vedikişe
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevgera Nuceba ya Şîeyên Iraqê beşek ji hêzên xwe yên li Sûriyê vekişand û vegeriya Iraqê.
Li gor medaya opozîsyona Sûriyê, ji du rojan ve Tevgera Nuceba beşek ji hêzên xwe ji bajarokê Bokemalê yê li rojhilatê Sûriyê vedikişîne û ji bo Iraqê vediguhêze.
Li gor hatiye belavkirin, ta niha çekdarên wê mîlîşyayê bi 15 otombîlên û ligel çekên xwe ve vegeriyane nava xaka Iraqê.
Vekişandina vê hêzên piştî wê yekê te, hikûmeta Sûriyê û mîlîşyayên Şîe lihev kirine ku hêzên Rûsî li Bokemalê li şûna wê hêzên were bicihkirin. Pêr jî hêzeke Rûsî gihîştibû wê bajarokê.
Mîlîşya Tevgera Nuceba hêzeke Şîeyên Iraqê ye û di sala 2013an de hat damezrandin û ji wê demê beşek ji mîlîşyayê li Sûriyê li kêleka rêjîma Beşar Esed şerê opozîsyonê dike.
S. B