Trump: Pêwendiya me ya baş bi Kurdan re heye

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, Tirkiyê dê bi rêkeftina agirbestê ya li bakurê Sûriyê pabend be û pêwendiya wan a baş bi Kurdan re heye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, Tirkiye dê bi rêkeftina agirbestê ya li bakurê Sûriyê pabend be û pêwendiya wan a baş bi Kurdan re heye.

Serokê Amerîka Donald Trump di konferanseke rojnamevanî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de ragihand, kirîna Tirkiyê ji mûşekên S-400 rikberiyeke mezin ji Washingtonê re ye, ewê wê pirsê bi berdewamî guftûgo bikin.

Trump hêvî kir ku karibin ev pirs çareser bibe û diyar kir, wî û Erdogan daxwaz ji wezîrên derve yên herdu welatan kirine, kar li ser çareserkirina vê pirsê bikin.

Trump ragihand, Tirkiye hevpeymaneke NATOyê ye û hevpeymaniya di navbera Amerîka û Tirkiyê de ji bo NATO û Rojhilata Navîn girîng e.

Li ser pirsa êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, Trump got: Tirkiye dê pabend be bi rêkeftina agirbestê.

Trump di bersiva pirseke peyamnêrê Kurdistan24ê de ragihand, pêwendiyeke wan a baş bi Kurdan re heye û rola Kurdan a gelek mezin di şerê li dijî DAIŞê de hebû.

Ji aliyê xwe ve, Erdogan ragihand, ew dixwazin rûpele nû ya pêwendiyan bi Amerîkayê vekin û Tirkiye û Amerîka dikarin ewlehî û aramiyê li Sûriyê peyda bikin û DAIŞê bi yekcarî bidawî bikin.

Diyar kir jî, Tirkiyê 200 endamên DAIŞê desteser kirine û Enqere û Washingtonê dibînin ku divê welatên Ewropayê, endamên DAIŞê yên nasnameya wan hildigirin werbigirin.

Careke din Erdogan got, ewê 2 milyon pneberên Sûrî yên li Tirkiyê ne, li deverên cuda yên bakurê Sûriyê bicih bike û aşkere kir, welatê wî 365 hezar penaber vegerandiye Cerablusê.

Erdogan amaje bi wê jî kir, Tirkiyê bi operasyona xwe ya dawiyê, rê li ber ecindeyên YPGê yên cudaxweziyê girtiye.

 

S. B