TMMOBê li Diyarbekirê Tahîr Elçî bibîr anî

Rêvebirên Jûrên Endezyarî û Avahîsazî yên Tirkiyeyê (TMMOB) li ber Mînareya Çar Ling ku Tahîr Elçî li ber hatibû kuştin, qirnefîl danîn û Tahîr Elçî bibîr anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirên Jûrên Endezyarî û Avahîsazî yên Tirkiyeyê (TMMOB) li ber Mînareya Çar Ling ku Tahîr Elçî li ber hatibû kuştin, qirnefîl danîn û Tahîr Elçî bibîr anîn.

Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emîn Koramaz, balê kişand ku mafparêz, azadîxwaz û kesên daxwaza demokrasiye dikin, li Tirkiyê bi berdelên giran wê têkoşînê dimeşînin û Tahîr Elçî yek ji wan kesan bû ku berdela herî giran da.

Koramaz da zanîn, ji bo civakeke aram û azad pêwistî bi bicîhkirina maf û azadiyan heye û Tahîr Elçî jî daxwazkarê wan daxwazan bû.

Avahîsaz û Endezyaran, piştî daxuyaniyê qirnefîl danîn ber lingên Mînareya Çar Ling û daxwaz kirin ku ew xwedî li daxwazên Elçî derdikevin û ji hemû aliyan daxwaza parastina nirxên civakî û bermayiyên dîrokî dikin.

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de ku ji bo parastina şûnwarên dîrokî daxuaynî belav dikir, li ber Mîareya Çar Ling ku li nav Sûrên Diyarbekirêye hatibû kuştin.

 

S. B