Encama hilbijartina Stenbolê ji aliye bandora wê bo Kurdan tê nirxandin

Di hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de namzetê Tifaqa Millet Ekrem Îmamoglû hember namzetê Tifaqa Cûmhûr Bînalî Yildirim bi ser ket û di encaman de dengên Kurdan diyarker bû. Çavdêrên siyasî û lêkolîner amaje dikin ku divê desthilata Tirkiyeyê vê yekê baş bixwîne û Kurd jî vê hêza xwe bo bi dest xistina mafên neteweyî baş bi kar bînin.

K24-Amed

Di hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de namzetê Tifaqa Millet Ekrem Îmamoglû hember namzetê Tifaqa Cûmhûr Bînalî Yildirim bi ser ket û di encaman de dengên Kurdan diyarker bû. Çavdêrên siyasî û lêkolîner amaje dikin ku divê desthilata Tirkiyeyê vê yekê baş bixwîne û Kurd jî vê hêza xwe bo bi dest xistina mafên neteweyî baş bi kar bînin.

Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku di rojevê de wek mijara yekem cih digire bi dawî bû û Ekrem Îmamoglû hember Bînalî Yildirim bi ser ket û ev yek jî bi dengên Kurdan pêk hat. Di mezintirîn bajarê Tirkiyeyê de Kurd bûn hêmana diyarker û lêkolîner amaje dikin ku divê desthilata Tirkiyeyê vê yekê baş bixwîne û Kurd jî ji îro pê de helwesteke stratejik nîşan bidin. Gerînendeyê Saziya Lêkolînê RAWESTê Roj Esîr Gîrasûn dibêje divê HDP rewşa ku piştî hilbijartina Stenbolê derketiye holê bikare baş bi kar bîne.

Roj Esîr Gîrasûn- Gerînedeyê RAWESTê, got:"Çarenivîsa Tifaqa MHP û Ak Partiyê dê li gorî helwesta HDPê diyar bibe. Divê HDP wan xeletiyên piştî 7ê Hezîranê kirî dubare neke. Nebêje ez bi Ak Partiyê re tifaqê nakim. Ev yek dê di helwesta Recep Tayyîp Erdogan de jî girîng be."

Çavdêrên siyasî balê dikêşin ku heta hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê dihate zanîn ku dengên Kurdan di bi destxistina desthilatdariya Tirkiyeyê de diyarker bû êdî di hilbijartinên şaredariyan de jî diyarker bû ye. Akademîsyenê Zankoya Dîcle Vahap Coşkûn dibêje divê Ak Partî peyama Kurdan baş bixwîne.

Vahap Coşkûn- Akademîsyenê Zankoya Dîcle, dibêje:"Ak Partî gerek heta îro kîjan xeletî kiri ne wan bide ber çavê xwe. Hem li hundşr hem li derve divê politikaya xwe ji ber çav derbas bike. Ji tabana Ak Partiyê jî nerazîbunek heye. Divê ev jî were nirxandin."

Çavdêrên Siyasî didin zanîn ku bi girêdayî encama hilbijartina Stenbolê dibe ku di hefteyên pêş de di kabîneya wezîran de guherînek rû bide. Kabîneya nû jî li gorî kabîneya berê bo Kurdan kadroyeke guncavtir derbixe holê û zemîna pêvajoyeke nû jî were parastin.