Serok Barzanî pîrozbahiyê li Misilmanan dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê, pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike û hêvî dixwaze ev roj bibe peyama aştî, birayetî, pêkvejiyan û lêborînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê,  pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike û hêvî dixwaze ev roj bibe peyama aştî, birayetî, pêkvejiyan û lêborînê.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Bi hêviya ev helkefta pîroz sedemeke din ê bihêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê bê.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ev helkefta pîroz ji bo gelê Kurdistan û navçeyê bi giştî bibê cihê xweşî û xêr û bereketê û bibê dawiya zulm û tundî û çewsandin û asîmîlekirina mîlletan.

Welselamun aleykum we rehmetullahû webereketuhu

Mesûd Barzanî
09.11.2019